Eynika civakê Oskar bû?

Me di nivîsa xwe ya din de qala “Oskar Gunter Grass bû”[1] kiribû. Dema xwîner pirtûkên wî yên bi navê “Yengeç Yürüyüşü/Meşa Kevjal” û “Soğanı Soyarken” dixwîne û dawî lê tîne piştre berê xwe dide romana “Teneke Trampet”ê. Ger “Teneke Trampet” robarek be, berhemên din jî wek çemanin û li ser robara mezin “Teneke Trampet”ê digihîjin hev. Gava em çavê xwe li ser romanên sedsala bîstemîn ên Rojavayiyan digerînin, bi taybetî jî piştî Şerê Cîhana Duyemîn, romanên nîv otobiyografîk û pêvxistinên bi serdema xwe ve hatiye girêdan gelek in. Grass, di pirtûka xwe ya “Meşa Kevjal”ê de wiha dibêje: “Ev mijar, extiyar bêhizûr/aram dike. Bi rastî dibêje, penaberên Prusî yên Rojhilatê belengaziya ku kişandin wezîfeya nifşên me bû dibe ku me bianiya ser ziman. (…) Axa ku bi berfê bêserî û binî bû ref bi ref dihatin… Rêwî… Mirina spî… nifşên min, dibêje, li hemberî vê êşê tu car bêdeng nemaya…”[Y.Y.r.112]. “Ev mijar, extiyar bêhizûr dike.” Belê her tim ev mijar extiyar bêhizûr dikir, bi vê aramiyê di hemû berhemên xwe de li pey xwe bû. Nivîskar li xwe digeriya, bi karekterên xwe eynîkê dida ber xwe û civaka xwe. Bêhizûriya extiyar gelê Alman li xwe vedigeriya, bi hunerê rê vedikir, bi hevok û risteyên xwe êşên xwe diwestand.

Îtirafa/lixwemikûrhatina nivîskar bi salan li hemberî qirkirina Cihûyan bêdeng mayîne wek nîşaneya lêborînxwestin bû. Em dizanin ku Grass di 17 saliya xwe de bi dil beşdarî refên SSyê dibe. Lê ev daxwaza wî ya ji dil bi civakê re peyda dibe. Çimkî em baş dizanin civaka Alman piştgiriyê dabûn Hîtlerê. Hîtler çi digot civak li pey wî diçû. Bi qasî Hîtler civaka Alman jî sûcdar bû. Gelê Alman bi zanayên xwe re bi kedkarên xwe re bi jin û zarokên xwe re bi sazî û dezgehên xwe re sûcdariya xwe qebûl kirin û civaka ku di bin şerên giran de têkçûye bi sebir û li xwe vegerandinê dîsa rabû ser lingê xwe. Çiqas zordestî kirin ewqas di serdemek dijwar re jî derbas bûn. Di pirtûka “Soğanı Soyarken” de dê û xwişka Grass rastî destdirêjiya leşkerên Sovyetê tên. Leşkerên Amerikî destdirêjiya jinên Almanan kiribûn. Piştî şer Grass di sala 1981an de nameyekê dişîne Rainer Herrmann û wiha dibêje: “Di destpêka salên 1950an de em hemû xebatkar jêhatî û feleket bûn û di ser da jî afirîner bûn. Armanc ew bû ku gelek tişt me dixwest em dirustbikin. Di serdema nasyonal sosyalîstan de tiştên ku ji nifşên me hatibû dûrxistin bi meraq were kişfkirin, were gewirandin, were neqişkirin û hin caran bi xweseriya xwe bi teşebusan encaman me daniya meydanê.”

Di serdema Hîtleran de çi ji civakê û hunere hatibe dûrxistin bi şewq û bi hişek afîner diçûn ser va. Kişfdikirin, avadikirin û bo rûreşî û birînên xwe derman û dirust bikin jixwe bawer dimeşiyan.

Nivîskar, di naveroka berhema “Meşa Kevjal” de behsa niştecîhên ku di Şerê Cîhana Duyemîn de hatine sirgunkirin, mirovên ji warê xwe hatine derxistin û qala drama wan dike. Ev berhema Grass, beşek ji dîroka Alman û Partiya Nasyonal Sosyalîstê berî ser hev daye. Ji deh hezarî bêhtir ji niştecîhên sivîl ên Almanî jî li ser axa xwe hatibûn sirgunkirin, ev mijar jî tê da ye. Dema li ser berhemê lêkolîn were kirin, ji berhemên din kronolojiyeke cuda em dibînin. Ne tenê ferqa kronolojiya vegotinê, teknîka vegotinê jî cuda ye. Mîsal di “Sêbareya/Üçleme Danzîgê” de kronolojiya ku di vegotina xwe de bi kar aniye meriv di “Meşa Kevjal” de nabîne. Ji serî heta binî hem wext hem jî bûyer, di nav hevûdin de derbas dibin û bêpergalî hatiye pêvxistin.

Bûyerên dema borî bi rêz tê vegotin hah te dî ji nişka va vegeriya dema bê. Lê “dema niha” jî di navbera her du wextan de fetîsiye û qet dengê wî dernayê. Nivîskar di vegotina xwe de her tim di navbera dema borî û dema bê da li ser qeys û qiyasekî nemaye. Pêvxistin bi rastiyê ve rastî bi dîrokê ve hatiye girêdan. Wext di sala 1895an û 2002yan de derbas dibe. Di “Teneke Trampet”ê de kronolojiya salan wek derenceyan bilind dibe û bipergalî wext hatiye rêzkirin. Em ji “Meşa Kevjal” li ser teknîka wî mînakekê bidin: “Lê nizanim ez ê ji kû va dest pê bikim; pêşiyê weke ku hînî min kirine, li dora wan biçim û bêm ji bo yên din jî secereya wan raxim ber çavan, an jî di nav dem da kêlek bi kêlek û çeperastkî, ango, wek kevjalê ku meriv dibe qey bi berêpaşkî diçe, çimên xwe bi pêşiyê ve dirust bikim û heta bixwazî bi lez û bez herim…”[Y.Y.r.11]. Ji teknîka “Meşa Kevjal” ê paragrefek din em bixwînin: “Keştiyê, êrişên balafirê em nehesibînin, heta radeyek/dereceyek ewlekarî li wir dihêlim, wek Meşa Kevjalê bêşansiya xwe vedigerim”[Y.Y.r.100].

Piştî “Teneke Trampet”ê çîroka dirêj berhema wî ya bi navê “Pisîk û Mişk”[1961] piştre bi romana “Salên Se/Köpek Yılları”[1963] re “Trîlojîya Danzîg”ê ava dike. Çîrok ji hev cuda ne û hevparbûna van çîrokan jî li bajerê Danzîgyê û mijar jî zarokên ku li wî bajarê mezin bûne ji êşên xwe yên demborî nikarin xelas bibin.

Vêga em vegerin ser edebiyata kurdî, çi çîrok çi roman çi helbest be… Ji serî heta binî êş e. Êşa ku ji zarokatiyê dest pê dike, êşa ku di malzaroka dê da dest pê dike. Niha destê min de romana Dilawer Zeraq a dawî “Şador” heye. Karektera sereke Rizgan dem dem diçe ser zaroktiya xwe û behsa êşa xwe dike. Ne tenê êşekî, gelek êş bi ser hev de jiyaye Rizgan. Romanên Yildiz Çakar, meriv çaxê dawî dike di destê me da êşên cur bi cur dimîne. Mehmed Uzun êşên di romanên xwe de qal dike, di temeneke biçûk de daye destpêkirin. Çaxa Grass tê xwendin rewşa me jî bivênevê tê hişê me. Gelê Gunter Grass serdest bû û piştre bi salan bindest man dîsa rabûn ser xwe. Nivîskarên kurd û wêjeya wê her tim di nav şer û pevçûnê de tevî êş û elemên xwe heta roja me ber xwe dan. Êşa me di malbatê de dest pê dike li dibistanan xwe tûj dike û heta dawiya jiyanê ev êş bi êşa herî mezin bi welat va didome.

Di salên 1990î de “Qadek Berfireh/Geniş Bir Alan”[1995], “Sedsala Min” û “Bîranîna Trîlojiyê” ji sê cîldan pêk hatiye, ev berheman bi xusûsiyeta otobiyografiyê meşiyaye, panoromaya sedsala bîstemîn e. Di otobiyografiya xwe ya “Soğanı Soyarken” de eşkere dike ku dema rejîma Naziyan bi navê “Waffen-SS”yê xebitiye. Me li jor behsa ev mijar kiribû. Her berhemên wî li ser bîranîne ye û hesabekê rûbirû hêma dike. Eynîka Gunter, Oskar bû û bi Oskar re vedigeriya civaka xwe. Îro mêtîngerên welatên me û nivîskarên wan bi salan bang dikin ku ”Edebiyat bila ji siyasetê dûr bikeve.” Li ser vê mijarê me gelek nivîs belav kirin û gotûbêjên dirêj û kûr me pêk anî. Hin nivîskarên kurd ku tirkî dinivîsin bi vê propagandayê va meşiyan û xwe teslîmê vê siyasetê kirin.

Nivîskarên serdest û xwendevanên wan bi salan van sloganan zindî hiştin. Ewqas kuştin, îşkence, talan, dagirkirin, tehdayî me dît û ev pergela tunekirinê bi her awayî îro jî didom e, lê me lêborînek jî seh nekir. Mîsal piştî Şerê Cîhana Duyem zana û nivîskarên Alman grûbekê ava kirin bo “rûbarî”yên xwe û navê wan jî Grûba 47 bû[2]. Di vê komê de hem rexneyên edebî hem jî bo pêşeroja Wêjeya Alman xebat hatin kirin. Bi her aliyê ve rûniştin û li ser civaka xwe fikrên xwe eşkere kirin. Li ser Nazîzmê, li ser gunehên xwe û bêdengbûna xwe axaftin û bi çalak jî pratîkan pêk anîn. Qet nebe rûbîrû hatin ba hevûdin.

Di fîlma Tarkovsky Solarîs de replîkek heye û ji Ingmarê dipirsin: “Rewş xerab e, dinya dê çawa rizgar bibe?” Bersiva wî: “Şerm” e û li ser zêde dike; “Rizgarkirina dinyayê tenê bi şermê dê pêk were.”

Em vegerin ser “Teneke Trampet”ê û fîlma wî. Hîn sehneyên fîlmê gelek zehmet in, wek sîlleyekê meriv li ser rûye xwe hîs dike. Fîlm rastiya roja tazî ye, polîtîk e û kûrbûna civakê jî bi hûrkirinê ve yeko yeko dimeşe. Grass, bi çavê Oskar qala Nazîzmê dike: ”Çawa ava bû, di kîjan qonaxan de derbas bû, çawa xurt bû, mirovên bêwicdan û xemsar û komek berxweder…” Oskar zarokek sê salî daxwaza vegerendina malzarok diya xwe dike û çaxê bi dest naxe mezinbûna xwe asteng dike. Geh îronî dike geh parodî dike geh karîkatorîze dike û di dawiya dawî de jî gernasek bi pelerîn ala Nazîzmê derdikeve meydanê. Grass, hê negihiştibû temenê xwe yê sî/30 salî dest bi ”Teneke Trampet”ê kiribû. Bîranînên wî yên şer hê teze bûn. Tiştê herî girîng Almanek bi qasî Naziyan jî sucdar bû.

Tiştên ku îro di nav çar dewletan de li ser gelê me tên kirin her roj bi kuştin û îşkence em ji xew radibin. Ketine nav mala me, talan kirine, xera kirine, zerar û ziyanên mezin dane me. Vêga ew çar dewletên çavsor û bêwicdan çiqas sûcdar bin, gelên ku li hemberî vê zordestiyê bêdeng mane û xwe xemsar kirine ewqas sûcdar in. Almanya sûcdariya xwe û qirkirina Cîhûyan qebûl kir, çi tiştên kirêt û xerab anîne serê gelê Cîhûyan yek û yek raxistin ber çavan. Dema Grass hatibû Tirkiyê, di hevpeyvînekê xwe de wisa gotibû: “Rojekê di radyoyê de Serokê Ciwanên Hîtler (ku ez jî endamê wê bûm) Baldur von Schirach got; ‘Belê, vana tev Almanan kirin’ min ev gotin seh kir. Ez bi vê daxuyaniyê gelek şaş mabûm. Yanî berpirsekî di nav meselê de cîh digire ev daxuyanî belav kir ez şiyar kiribûm. Heta wê rojê haya min ji sûcdariya min tunebû (…) Ji nû ve avakirina serdemekê û nêrînekê di nav civakê de hebû: Alman hatine xapandin. Di wê serdemê de, gel bi xapandinek re ji bo sucdariyek mecbûr nemabû, fêrî/hinkirina sucdariyek bûbû. Bi min ev hûrguliyekê gelek muhîm bû. Min wan rojan helbestan dinivîsî, resiman çêdikir. Tiştên min dikir, bi polîtîkayê re têkîldar nebû, lê çaxê min dît ku gelê Alman sûcekê kiribû wê çaxê min dest bi nivîsa ‘Teneke Trampet’ê kir. Min ev mijarê bo gelê Alman ji sûcdariyeke mecbûr hatiye hiştin nenivîsî. Min bi temamî ev mijarê bo Almanan ku îştîraqê sûcekê bûne nivîsî. Ev hiş bo pêşxistina hunera min derfeteke girîng bû.”

Ev paragrafa kurtasî, nêrîna gelên mêtingerên me dide nîşan û deşîfre dike. Bi hev re geh veşartî geh bi hestên holîganî û şowenîst ji bo tunekirina me piştgîrî dan dewletên xwe. Bo azadî û berxwedana gelê me alîgirên me û dostên me her tim hebûn lê mixabin bi gulekî bihar nayê û bi mirina kulîlkek jî hatina biharê nayê astengkirin. Derman jî em in derd jî em in. Nivîsa me dê bidome, ez ê di nivîsa xwe ya nû de bi hûrgulî qala malbata Oskar bikim.

[1]https://www.gazeteduvar.com.tr/oskar-gunter-grass-bu-haber-1622828

[2] https://tr.wikipedia.org/wiki/Gruppe_47

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

x